Ev dewran a jîyana Imam Mehdî (s) nuktên gelek muhim têda hene ku emê işare bikîn bal hinek ji wa ve: Nasandina Imam Mehdî (s) ji peyrewên ehlê beytê ra. Çiko wiladeta Imam Mehdî (s) xef çêbî, tirsa wê çendê hebî ku peyrewên ehlê beytê derheq nasîna axirîn huccetê Xudê da bikevin xeletîyê û li rê winda bibin, Imam ‘Eskerî (s) berpirsyar bî ku korê xwe bi komekî ji mezinên şî’a û mirovên cihê pê bawerîyê bidê nas kirin, da ku ew jî xeberê wiladeta wî bighînin peyrewên dî yên ehlê beytê (s) da ku bi vî âwayî hem ew bê nasandin û hem jî xeterek ji axirîn huccetê Xudê ra neyê pêş. Ehmed ê korê Ishaq ku ji mirovên mezin û ji peyrewên taybetê Imamê yazdê ye (s) dibêjê: Ez çûm bal Imam ‘Eskerî (s) û min dixwesta ez ji Imamê paş wî âgah bêm û pirsîyarê bikim, lêbelê hêca min tiştek negotî, ewî kerem kir: Ey Ehmed! Bê şik Xuda yê Te’ala ji wî zemanî ve ku âdem xuliqandî, ‘erd ji hucceta xwe vale nehiştîye û heta qîyametê jî wê wiha bê, bi rêka hucceta Xudê ve bela ji ser ehlê ‘erdê tên hilanîn û baran tê barandin û feydên ‘erdê derdikevin. Min got: Ey korê Resûl ê Xudê! Imam û cîgirê paş te kî ye? Ew Hezret bi lez û bez çu mal da û zivirî di halekî da ku korek sê salî ku wek heyva şeva pazdê şewq dida li ser mila bî hat û kerem kir: Ey Ehmed ê korê Ishaq, eger tu li bal huccetên ne bi qedr û qîmet bûyay, min ev korê xwe nîşa te nedikira, ew hev nav û hev kunîyê Resûlê Xudê ye û keseke ku piştî tejî bûna ‘erdê ji zulmê wê ew ‘erdê tejî ‘edalet bike. Min got: Ey serwerê min! Gelo nîşanek heye ku dilê min pê wê rihet bibê? Di vî halî da ewî zarokî xeber da û bi zimanê rewanê ‘erebî got: «Ene beqîyetullah fî erzih we el- munteqîm mîn e’edaih … - Ez mayî yê Xudê me di ‘erdê wî da û heyf hilênê Wî me ji dujminên Wî, ey Ehmedê Kor ê Ishaq, piştî vê ya ku tu bi çavê xwe dibînî ne li pey nîşana be». Ehmedê kor ê Ishaq dibêjê: Vêca (piştî vê xeberdanê) ez bi keyfxweşî ji mal a Imam (s) derketim. Her wiha Muhemmed bin ‘Usman û çend kes dî ji mezinan, neql kirine ku: Em çil kes ji mezinên peyrewên ehlê beytê li bal Imamê yazdê civîyan, ewî hezretî kor ê xwe nîşa me kir û got: Piştî min, ev Imamê hewe û cîgirê min e, gohê xwe bidin wî, piştî min di dînê xwe da bilav nebin ku hûnê li helakê biçin, piştî îro êdî hûn ewî nabînin. Cîyê gotinê ye ku yêk ji bernamên dînî û sunnetên ku hatîn tebyîn kirin, ‘eqîqe û welîme dane ji zarûkê taze weldî ra, yanî ser jê kirina pezekî û xarin dana ji kûmekî ra ku ji bona selametî û ‘emir dirêjî ya zarûk teisîrek pir zêde heye, Imam ‘Eskerî (s) gelek caran ‘eqîqe ji zarûkê xwe ra da da ku hem bi sunneta qenca Pêxember (s.a) ‘emel kirbê û hem jî peyrewên ehlê beytê bi wiladeta Imamê dazdê hesand bê. Muhemedê korê Ibrahîm dibêjê: Imam ‘Eskerî (s) ji bona yêk ji peyrewên xwe pezek ser jê kirî rêkir û kerem kir: Eva he ji ‘eqîqa korê min «muhemmede» . Keramat yêk ji qismetên şîrînê jîyana Imam Mehdî (s) rsalên ewilê wiladeta wî û pêşîya veşartinê (xeybetê) da ew kerametên ku serdestê ewî hezretî pêk hatine, û me’mûlen ev qismet ji jîyana wî hatîye ji bîr kirin, emê li vêderê tinê nimuneyekî bînin: Ibrahîm bin es’edê nîşaburî dibêjê: Dema ‘emrê korê ‘ruf [ku hakimek zalim bî û pir hej kuştina şî’an dikira] nîyet kir min bikujê, ez pir tirsîyam û shewê ez girftm, vêca min xatirê xwe ji dust û ehbaba xwest û berê xwe da mala Imam hesenê ‘Eskerî (s) da ez xatirê xwe ji wî jî bixazm û min dixwesta ku piştî wê ez brevm û xwe xilas km, dema ez çûm mala Imam, min li kêleka Imam hesenê ‘Eskerî da kurek dît ku ruyê wî wek meha şeva çardehê şewq dida, bi âwayek wereng ku ez ji ronahî ya rwîyê wî heyrî mam û kêm mabî ez ewê ya di dilê xwe da [tirs û rev] ji bîr bikm. (di wî halî da ewî zarûkî) got min: «Ibrahîm, nelazime tu brevî, ji nêzîkda wê Xudê bela wî ji te bidê paş», heyreta min zehftir bî û min got Imam ‘Eskerî (s): Ez gohrî! ev kurk kîye ku ji dilê mirov daxivê?! Imam (s) kerem kir: Ew korê min û cîgirê piştî mine. Ibrahîm dibêjê: Ez di halekî da derketm ku ez hêvîdarê lutfa Xudê bîm û min bawerî peyda kirbî bi wê ya min ji Imamê dazdê seh kirî, piştî zemanekî mamê min mizgînî ya kuştina ‘emrê ‘ruf da min, Cewaba Pirsîyaran axirîn stêra pir bi şewqa âsimanê Imametê hema li wa salên ewilê jîyana xwe da cewaba qewî û cihê xwe pê girtinê dida pirsîyarên peyrewên ehlê beytê û dil germî û dil rihetî ji wan ra çêdikira, ji nimune re emê riwayetekî bi kurtî neql bikîn: Se’idê korê ‘ebdullahê qumî ku ji mirovên mezin bî di gel es’edê korê ishaqê qumî ku wekîlê Imam ‘Eskerî bî ji pirsîyar kirina çend pirsîyaran û girtina cewaba wan ra çû cem Imamê yazdê, ew, cereyana evê dîdarê wiha neql dikê: Dema min xwest ez bipirsim, Imam ‘Eskerî (s) işare kir bal korê xweve û got: ji ronahî ya çavê min bipirse! Di wî halî da ewî zarûkî berê xwe da min û kerem kir: çi tişta tu dixazî bipirse!. min ev pirsîyar kir ku: Mexsed ji «k, h, y,’a,s» (ji herfên muqete’e) çîye? kerem kir: Ev herf ji exbarên xeybî ne, Xudayê te’ala bendeyê xwe zekerîya (Pêxember) ji wê âgah kirîye û piştî wê ew ji muhemmed ra selat û selamên Xuda li ser bin gotîye, mesela wê eve ku zekerîya (s) ji Xuda xwest ku navê pênc kesa [alê ‘eba] ji wî ra bêjê, Xudayê ‘ezîz û celîl cbraiîl (s) ser wî da rêkir ku ewa nava jê ra bêjê, zekerîya (s) dema [navê] muhemmed (s.a) û ‘Elî û fatme û hesen danîya sr zman, kul û gîrugirfta wî ji nav dçûa û dema behsa huseyn (s) dikira kelagirî gerîya wî digirta û şaş dibîya; rojekî got: Ey Xuda! çire dema ez navê wa çara tînim kul û xema min diçê û ez rihet dibm û dilê min xweş dibê, lê dema ez huseyn (s) tînim bîra xwe rûndikên (hêstirên) çavê min dirjin û nalîn ji min bilind dibê? vêca Xudê te’ala serhata huseyn (s) jê ra got û kerem kir: key’s [remz û raza vê meselê ye] «kaf» remza kerbelayê û «haء» remza ji nav çûna binemalê [îya wî] û «îyaء» kinayeye ji navê yezîd ku zulm û cefa li huseyn (s) kirîye û «‘eyn» işareye bal ‘eteş û têhnîtî ya wî ve û «sad» işareye bal sebr û xwe ragirî ya Imam huseyn ve (s). Min got: Ey mewlayê min! çire xelk ji wê çendê hatine paş ve dan ku Imam ji xwe ra bibijêrin? kerem kir: Mexseda te bijartina Imamê muslihe ân Imamê fasd? min got: Imamê muslih û durist, vêca ewî kerem kir: çiko kes batin û navdeyê kesî nzanê, kanê gelo fikra selah û duristîyê dikê ân ya fesad û xirabîyê, gelo ev ihtimal tinehin ku bijartî yê xelkê fasd û xirabker bê? min got: Belê, imkan heye, kerem kr: sebeb eve. Di dewama riwayetê da Imam Mehdî (s) sebebek dî jî gotîye û cewaba hinek pirsîyarên dî jî dane ku ji ber kurtîyê em ewa naynin. Girtina Hedyên Maddî Yêk ji bernamên peyrewên ehlê beytê ew bîye ku ji Imamên pak ra hedîyên madidî û wacbatên malî rêkirine, ewa giran biha ya jî ew qebûl kirine û pê wa ihtîyacî yên muhtaca pêk ânîne. Ibin ishaq yêk ji wekîlên Imam ‘Eskerî (s) dibêjê: Min hinek malê şî’an br cem Imamê yazdê (s) da ez bidim wî; hingê korê biçûkê wî ku rwîyê wî wek heyva temam dibrqîya li kêleka wî da runştbî, Imam ‘Eskerî (s) berê xwe da korê xwe û kerem kir: korê min! hedîyên peyrew û dûstên xwe veke, ewî got: Ey mewlayê min! gelo duriste ku ez destê pak dirêj bikm bal wayên nepak û malê qrêj ve ku helal û heramê wê tevhev bûye?! Imam ‘Eskerî (s) kerem kir: Ey ibin ishaq, ewa di nav va da ye derîne da ku helal û heramê wê ji hev cida bikê! vêca min kîsê ewil vale kir, ewî got: Ev kîsê henê yê filankesê ye ji filan mehela qumê [u navê wî û mehela wî got] ku 62 eşrefî di wê dane, 45 eşrefî ji wê bihayê frutina ‘erdekî xîzî ye ku xweyê wê mîrat brîye ji babê xwe û 14 dînarê wê bihayê neh clka ye ku frûtîye û 3 dînar jî kirha dikana ye. Imam ‘Eskerî selam lê bin, kerem kir: Korê min! te rast got, niha vêca evî zelamî rênimûn bike ku kêran herame, vêca ewî hûr hûr malê heram kifş kir û sebebê heram bûna wan bi başî got, piştî wê min kîsek dî vekir, ewî kurkî piştî gotina navê xweyê wê û edires û cihê sekina wî, kerem kir: Di wî kîsî da 50 eşrefî heye ku dest lêdana wan ji me ra ne duriste û piştî hingê sebebê pak nebûna wê yêk û yêk beyan kir, vêca Imam ‘Eskerî gotê: ‘Ezîzê min! te rast got, piştî wê berê xwe da ehmedê korê ishaq û kerem kir: Hemî yê li xweyê wa bizivirîne û bêje wan bila ewa li xweyê wan bizivirînin û em ne hewcê wê ne. Nimêj Kirin Li Ser Cenazê Babê Xwe Axirîn pişka jîyana Imam Mehdî (s) di dewrana xefîyê da û pêşîya despê bûna dewrana veşartinê (xeybetê) nimêja wî hezretî ye li ser cenazê pakê babê wî. Ebul edyan, xizmetkarê Imamê yazdê (s) vê derheqê da dibêjê: Imam hesenê ‘Eskerî (s) di axirîn rojên ‘emrê xweyê şerîf (1) hinek name û nivîsok dan min û kerem kir: Eva bgeyne bajarê medainê, tu dê piştî yazde roja li samirayê tê ji mala min nalenal û hewar hewarê seh bikî û tu dê min li cîyê şûştinê bibînî, min got: serwerê min! eger ev bqewmê Imam û cîgirê te wê çi kesî bê? kerem kir: Heçî kesê cewaba namên min ji te bixazê new Imamê piştî mine, min got: nîşanek dî ji min ra bêje, kerem kir: kesê ku nimêjê li ser min bikê ew paş min Imame, min got: nîşanek dî bêje, got: Ewê xeber bidê ji wê ya di nav kîs da, ew paş min Imame, lêbelê heybeta Imam pêşîya min girt ku ez jê bipirsim çi tişt di nav kîsê da ye! Min name birin medainê û cewaba wa girt û ‘eynî çewa kerem kirbî ez roja pazdê giham samirayê û di wî halî da min hewar û nalenal ji mala wî gohlê bî û min dît Imam ‘Eskerî (s) li cihê şûştinê ye, hingê min ce’iferê brayê ewî hezretî dît ku li ber dilarê mala Imam sekinîye û kûmek ji peyrewên ehlê beytê serxweşîyê didinê û her wiha [j ber rehberî ya wî] tebrîkê jê ra dibêjin! min di dilê xwe da got: Eger ev Imame, eve Imamet ji nav çû, çiko ez ewî nas dikm û zanim ku ehlê ‘ereq û qumar û tar û tenbûra ye, ez çûm pêş û min serxweşî û tebrîk danê, lêbelê ew qet derheq çi tiştî da pirsîyar ji min nekir. Di wî halî da ‘eqîd (yêk ji xizmet karan) hat û got (ce’ifer): Serwerê min! brayê te (Imam ‘Eskerî) hatîye kefen kirin, rabe û nimêja wî bike, ez di gel wî û kûmekî ji peyrewên ehlê beytê çûm malda û min dît Imamê yazdê kefen bûye û li ser tabûtê ye, ce’ifer çû pêş da ku li ser brayê xwe nimêj bikê, lê dema dixwesta ku tekbîrê bênê, zarûkek esmer û xweyê pirçek xelekî (muce’ed) û didanên rast, derket û lbasê ce’ifer girt û got: Mamu! paşda here ku ez ji nimêj kirina babê xwe ra layiqtirm, vêca ce’ifer rhingê xwe âvêt û zer bî û paşda çu û ew zarûk hat pêşî û li ser bedena Imam (s) nimêj kir. Piştî hingê got min: Cewaba namên di gel te, bide min, min jî name danê û min di dilê xwe da got, eve du nîşan, lê mesela kîse hêj maye, ez çûm cem ce’ifer û min dît wê dikê âhên, yêkî ji cima’etê jê pirsî: Ev zarûk kî ye? ce’ifer sûnd xar ku qet ew nedîtîye û nas nekirîye. Ebul edyan, her wiha dibêjê: Em rûnştbîn ku kûmek ji xelkê qumê hatin û pirsîyara Imam hesenê ‘Eskerî (s) kirin, vêca dema ji şehadeta wî xeberdar bîn, gotin: Em serxweşîyê bidîn kî? xelkê tlîya xwe bal ce’ifer ve kirin, ewa jî selam danê û tebrîk û serxweşî jê ra gotin û gotinê ku hinek name û mal di gel me hene, bêje kanê name ji kî ne û çiqas male? Ce’ifer têk çû û ji cî rabî û got: gelo hûn ‘ilmê xeybê ji me dixazin? di wî halî da xizmetkar derket û got: namên filankes û filankesê di gel hewe ne û her wiha kîsek di gel hewe ye ku hezar dînar têda ye ku nexşê deh dînaran ji wa mehelîye, ewa name û emwal dan wî û gotin: Ewê tu ji girtina va re rêkirî, ew Imame.