Piştî wefata Pêxemberê Mezinê İslamê (s.a) girîngtirîn behs ku di komela nû âva bûyî ya İslamê da jê hat axiftin behsa xelafet û cî girî ya Resûlê Xudê bî (s.a). Komekî li ser esasê bîr û hizra hinek ji mezinên sehaban, xelafeta Ebubekir qebûl kirin û hinek dî jî li ser wî bawerîyê man ku cîgirî ya Pêxember (s.a) gorekî nasandina ewî bi xwe (s.a) Imam ‘Elî ye (s). Piştî hingê kom û desta ewil bi navê «‘Amme»- Ehlê Sunnet û Cema’et– û deste û koma duwê bi navê «Xasse»- Teşeyyu’- hatin nas kirin.
Nukta gotinê eve ku ixtlafa şî’e û sunnîyan tinê derheq şexsê cîgirê Pêxember da (s.a) nîne, belkî di nêrîna her yêkî da «Imam» me’ne û mefhûm û cihek taybet heye ku eva du rêçka ji hev vediqetênê, ji bona ronahî bûna behsê, emê m’ena Imam û Imametê bavêjîn ber lêkolînê:
«Imamet» di luxet da bi m’ena pêşkarî û rêberî ye û «Imam» keseke ku berpirsîyarî ya komekî di rêkek me’lûm da li xwe digirê, û di istilahê da Imamet bi şiklên muxtelif jê hatîye axiftin.
Di nezera ehlê sunnet da Imamet; hakimîyetek dinyayî ye (ne menseb û meqamek ilahî) ku bi wê rêkê ve camî’a musulmana tê idare kirin û rêve birin, û çiko her komek muhtacê pêşkar û mezinekî ye, koma musulmana jî piştî Pêxemberê giranqedir (s.a) ji xwe re rehberek bijartin û çiko ji vê meselê ra şiklek xas û taybet di dîn da nehatîye me’lûm kirin, bijartina cîgirê Pêxember (s.a) dikarê bi şiklên muxtelif çêbê; wek: Bîr û hizra zêdetirê (ekserîyet) an mezinên wan, an wesîyeta xelîfê pêşda, an heta bi rêka serketina ‘Eskerî ve.
Lêbelê şî’e ku Imametê dewama rêka Pêxemberî yê û Imam hucceta Xudê di nav xelkê da zanê, li ser vê bawerîyê ye ku Imam tinê bi rêka kifş kirina ilahî ve çê dibê ku li ser zimanê Pêxemberê înerê wehyê ve tê nasandin, eva he ji ber wî cihê bilindê Imametê ye di fikra şî’etîyê da ku ne tinê Imam serperestê komê û mudîr û rêveberê camî’a musulmana zanê, belkî xêncî wê, beyankerê hukmên Xudê û mufessirê Qur’anê û rehberê rêka bextewerîyê jî hesab dike. Bi beyanek dî, di ferhenga şî’etîyê da Imam merce’ê kar û barê xelkê ye di du pişkên dîn û dinyayê da, ne wek çewa ehlê sunnet bawer dikin ku berpirsîyarî ya xelîfe tinê hukmet kirin û rêvebirina dinya xelkê ye.