Zahir bûna Imam Mehdî (s) hinek şert û nîşan hene ku ji wan tê axiftin bi navê zemînên zahir bûnê û nîşanên wê. ferqa va herduka di vê da ye ku zemînan, di çêbûna zahir bûnê da teisîrek heqîqî hene, bi âwayek wereng ku di gel çêbûna wan, zahir bûna Imam pêk tê û bê wê eşkere nabê, lêbelê nîşana di zahir bûnê da eser tinehin, belkî tinê nîşanin ku bi rêka wave mirov dikarê bi zahir bûnê ân nêzîk bûna wê bihesihê.
Pê teweccuha bi vê ferqa hatî gotin mirov dikarê baş pê bihesihê ku zemîne û şert nisbet bi nîşana muhimtirin, vê gorekê lazime zêdetirê ji wê çendê ku em li pey nîşana bin em li pey zemîna bin û qasê karîna xwe ji çêbûna wan ra bixebtîn. Li ser vê binyatê ewil emê derheq zemîne û şertan baxivîn û dumahîkê bi kurtî emê hinek nîşan û ‘elametan jî bêjîn.
Zemînên Zahir Bûnê
Her tiştek di cihanê da pê pêk hatina şert û zemînên xwe pêk tê û bêy pêk hatina zemîna imkana çêbûna çi mewcûdekî tinehin, her ‘erdekî qabilîyeta şîn kirina tûv nîne û her âv û hewayek munasbê şîn kirina hemî gîya û nebatan nîne. Hingê cûtîyar dikarê ji ‘erdekî berhêvî yê hillanîna hasilek baş bê, ku şertên lazim ji bûna destve ânîna mehsûlê xwe hazir kirbê.
Li ser vê esasê her şuriş û qewmînên komelayetî jî girêdayî ne bi şert û zemînên xweve; çewa ku şurişa islamî ya îranê jî pê hatina muqeddime û pêşekî yên xwe ser ket, hilperîn û şûrişa cihanî ya Imam Mehdî (s) ku mezintirîn bizava cihanî ye, li ser esasê vê binyatê ye û bêy pêk hatina şert û zemînên xwe pêk nayê.
Mexsed ji vê xeberdanê ewe ku ev guman çênebê ku qîyam û hukmeta Imam Mehdî (s) ji vê peywenda hakim li ser cihanê cuda ye û wê bizava duristkera ewî giranqedirî bi rêka mu’cizê û bêy wesîle û sebebên me’mulî bighê netîcê, belkî li ser esasê hîn kirinên Qur’anê û pêşkêşên pak (s) sunneta ilahî li ser vî esasî hatîye deynan ku karubarê ‘alemê di rêka tebî’î û esbabên ‘adî ve pêk bê.
Imam Sadiq (s) kerem kirîye: Xuda wereng xwestîye ku karubar xêncî bi rêka esbabên wêve pêk neyên.
Di riwayetekî da ji Imam Baqir (s) neql bîye ku kesekî gotê: Dibêjin dema Imam Mehdî rabê, wê hemî kar li ser vîyana wî rêve biçin û pêk bên. Ewî (s) kerem kir: qet neweye, sûnd bi wî kesê canê min di destê wî da ye, eger qirar bîya ku karubar bi xwe bi xwe ji kesekî ra çêbîbîyan wê ji Pêxemberê Xuda ra (s.a) welê çêbîbîya.
Elbet ev xeberdan ne bi wê m’enayê ye ku di qîyama mezina Imam Mehdî da ârîkarîyên xeybî û âsimanî tinehin, belkî mexsed ewe ku di kêleka imdad û ârîkarîyên ilahî da gereke zemîne û şert û merc jî hebin.
Pê vê pêşekî yê lazime ewil em zemînên zahir bûnê nas bikîn û di pey da jî ji pêk ânîna wan ra bixebtîn.
Muhimtirîn zemînên qîyama Imam Mehdî çar tiştin ku emê cida cida jher yêk ji wan baxivîn:
A- Terh Û Piroje
eşkereye ku her qîyam û bizavek duristker ihtîyac heyeb du bername û pirujan:
1ـ bernameyek ber frheـ û kamil ji bona berberekanî ya di gel nerêk û pêkîya bi rêka lhev kûm kirina baştirîn hêzave,
2ـ qanûnek kamil û rêk ketî di gel hemî ihtîyacî yên komelê ku di sîstmek hukûmetî ya ‘adilane da hemî huqûqên ferdî û kumê di xwe da girtbê û bizava berew pêşketina kumelê ji bona gihana halê baş têda hatbê nexş kirin.
me’arfên Qur’ana pîroz û sunneta pakan (s) ku hema ew islama xalse, bi navê baştirîn qanûn û piroje di ixtîyara Imamê zeman da ye (s) û ew wê li ser esasê evê bernama her saxa ilahî kar bikê. ew kitêba kuhemî ayetên wê jalîyê Xudayê ‘ezîz û celîlve nazl bîye ku âgahe ji hemî âlîyên jîyana mirov û her wiha hemî ihtîyacî yên madî û me’newî yên wan zanê. vê gorekê şurişa wî ya cihanî ji nezer bername û qanûna hukmetîve piştîvanek bê wêne heye û di gel yêk ji hereket û bizavên âvaker nayê qîyas kirin. şahidê vê de’wayê ewe ku cihana îro piştî tecribe kirina qanûnên beşerî bi sistî û ze’êfî ya wan iqrar û i’tiraf kirîye û kêm kêm hazir dibê ji bû qebûl kirina qanûnên âsimanî.
Alwîn tafler, muşaurê sîyasetmedarên emirîka ji bûna çareser kirina evê âluzî yê û durist kirina komela cihanê, bîr û hizra “pêla sisê” âvêtîye meydanê, lêbelê di gel wê jî i’tirafên ‘ecêb vê derheqê da hene, dibêjê:
feheresta gîr û girftên ku komela me (xerb) rûbrwîye di gel wan, xilasek jê ra nîne, di gel ji hev bilavbûna li pey hev ya teşkîlatên temeddun sen’etî û di halê crekêşî û ketina wan di xerqava bikêr nehatin û fesadê da; bêhna paşketina exlaqî ya wê jî tê seh kirin û âzara wê dixweyhê û netîce û desthata wê jî tejî bûna fezayê ye pê pêlên nerazî bûn û şdandina ji bûna guherandinê, di cewaba eva şdandina da bi hezaran piroje tên danîn ku de’wa hemî yan jî ewe ku binyatî û esasî û heta inqilabî ne; lêbelê ileh û ileh muqererat û qanûn û piroje û destûrul ‘emel yên nu ـ k uhemî ji bona çareser kirina gîr û girftên me hatine nivîsîn û hazir bûneـ xwehr diçin û li ser muşklên meve zêde dikin û hssa nekarîn û bê hêvî bunê pirtir dikin ku qet feyde nakê û teisîrê dananê, ev ihsas ji bona hemî nzam û hevgirtinîyên dumukirasî xeter têda heye.
B- Rehberî
d hemî qîyam û bizava da ihtîyaca bi rehberî yê ji ewilîn lazimî yên bizavê hesab dibê û çiqas ku bizav ber frihetir û hedefên bilindtir hebin ihtîyaca bi rehberek bi qudret û bikarîn û munasbê ewa hedef û ârmanca pitir ihsas dibê.
Di rêka berberekanî ya cihanî da di gel zulm û sitemê û her wiha di rêka hakimîyeta ‘edaletê û wek hev ragirtinê di ‘erdê da, hebuna rehberek âgae û kara û dilsuj ku mudîrîyetek durist û bڕa hebê ruknê eslî û esas yê inqilab û şurişê ye, Hezretê Mehdî (s) ku guvaştî yê enbîya’ û ewilîya â ye bi navê reheberê şûriş û bizava mezin, sax û hazire, ewe tinê ew rehberê ku bi delîla peywenda di gel ‘alema xeybê âgahî heye bi hemî ‘alema hebûnê û peywenda dwê daheyî û zanatirînê mirovên zemanî xwe ye.
Pêxemberê Xudê (s.a) kerem kirîye: Bizanin ku Mehdî (s) warsê hemî ‘ilmaye û agahî ya wî jhemî zanîna heye.
ew tinê rehbereke ku ji hemî qeyd û bendan âzade û dilê wî tinê di razî bûna xaliqê ‘alemê da ye, vê gorekê qîyam û hukmeta wî ya cihanî ji nezer rehberî û pêşkêşî yêve di baştirîn şertan da ye.
C- Yar Û Heval
zemîne û şertek dî yê lazim ji bona pêk hatina zuhûrê, hebûna heva lên layiqe ku piştîvanî yê bikin ji şûrişê û kar û barên hukmeta cihanî pîk bînin, me’lûme ku eger inqilabek cihanî bi rêka rehberek âsimanî ve pêk bê lazime ârîkar û yarên munasb ji wî ra hebin û ne welî ye ku heçî kesê de’wa ârîkarî yê bikê, bikarê li wê meydanê da hazir bibê, vê derheqê da berê xwebidin evê cereyanê:
yêk ji peyrewên Imam Sadiq (s) bi navê sehlê korê hesenê xurasanî dibêjtê :ç tiştî tu paşve dayî da tu heqê xwe yê şubhe têda neyî bigirî di halekîda ku te sed hezar peyrewên hazir û şwîrvan hene? Imam (s) destur didê ku âgir di tenûrekîda elkin û dema gurîya âgir geş û bilind dibê, dibêjê sehl: Ey xurasanî, rabe û di tenûrêda rûnê, sehl ku guman kir, Imam jê ‘enrîye û kerbê wî jê hatine, ‘uzrê xwe ve dixazê û dibêjê: serwerê min, min bibexşe û pê âgir min nede ’ezabê! Imam kerem dikê: Ez ji te derbaz bûm,
hema hingê, harunê mekkî ku ji peyrewên duristê ewî hezretî ye tê cem wan û selam dikê, Imam Sadiq (s) cewaba selama wî didê û bêy muqeddime û pêşekî dibêjtê: Di nav tenûrê da rûne! harûnê mekkî hema di cîda û bêy wê çendê ku tiştekî bipirsiê, evî karî dikê, Imam Sadiq jî di wî halîda di gel ewê xurasanî daxivê û derheq xurasanê da hinek tişta jîra dibêjê, heçweku tu dibêjî qey ew bi xwe li wê derê bûye û dîtî ye, piştî bêhinekî jî vêca dibêjê sehl: Dê rabe ey xurasanî û binêre tenûrê, sehl radibê û berê xwe dirê tenûrê û dibînê ku harûn di nav gurîya âgirda çarmêrkî rûnştîye,
vêca Imam (s) ji wî dpirsê: tu li xurasanê, çend kesa wek harûn nas dikî? xurasanî dibêjê: sûnd biXudê ku ez yêk kesê jî bi vî âwayî nas na km, vêca ew hezret dibêjtê: Bizane ku em di wextekîda ku pênc heval û piştîvana peyda nekîn, em qîyam nakî û ranabîn, em baştir zanin kanê çi wext wextê rabînê ye?,
vêca gelek bcîye ku em sifet û taybetî yên Imam Mehdî (s) di âîna riwayetên dînî da bêxîn ber çavan da ku em cêî xwe nas bikîn û li pey rakirina kêmasî yên xwe bîn,
1- Me’rîfet Û Gohdan
îyaranên Mehdî (s) derheq Xudê û Imamê xwe da nasîyarîyek kwîr û berfireh hene û bi zanînek temam li meydana heqî yê da hazir bûne,
Imam ‘Elî (s) derheq wanda kerem kirîye: Ew zelamên ku wek çewa layiqê Xudê, ew nas kirine,
nasîyarî û bawerî ya wan derheq Imam da jî reyên xwe âvêtine kwîratî ya canê wa da û ew hemî li ber xwe girtine, ev nasîyarî seratire ji nasîyarî ya di gel nav û nîşan û neseba Imam, ewa di gel heqê welayetê nasîyarî peyda kirîye û evê me’rîfetê dilê wan tejî hez kirin û mehebibet kirîye uew kirine mutî’ û guhdarên wî çiko zanin xeber dana Imam xeberdana Xuda ye û gohdan û ferman birina ji wî, gohdan û ferman birina ji Xuda ye,
Pêxemberr (s.a) wiha behsa wan kirîye: Ew ji bona gohdana Imamê xwe dixebtin,
2- ‘ibadet û Selabet
îyaranên Imam Mehdî (s) di ‘ibadet da rehberê xwe ji xwere kirine nimune û şev û roj di gel zikirê şîrinê Xudê dibûrînin, Imam Sadiq derheq wanda kerem kirîye: şevan pê ‘ibadet dikin sbheـ û rojan pê rojê girtinê xilas dikin, û di axiftinek dî da kerem kirîye: li ser bilindahî ya hespan tesbîhên Xudê dibêjin, û hema ev zikirê Xudê ye ku ji wan ew mirovên vayîm çêkirine û qe tiştek biryarî û qayîmî ya wan nikarê têk bidê,
Imam Sadiq (s) kerem kirîye: Ew, ew zelamin ku tu dibêjî qey dilê wan qetê hêsnin,
3- Fedakarî Û Şehadet Xazî
Imam Sadiq kerem kirîye: (îyaranên Mehdî (s)) di meydana şer da li dûra wî dizivirin û pê canê xwe ewî diparêzin, û kerem kir: Xwezka wan ewe ku di rêka Xudêda şehîd bibin,
4- Cesaret Û Mêrbaşî
hevalên Imam Mehdî (s) wek mewlayê xwe mirovên cesûr û zelamên pûlayî ne, Imam ‘Elî (s) di wesfê wanda kerem kirîye: Hemî, ew şêrin ku ji bîşî ya hatîn der û eger bixazin wê çîya ji cihê wan elkin,
5- Sebr Û Xwe Ragirtin
kifşe ku berberekanî ya li dijî zulma cihanî da û çêkirina hukmeta ‘edila cihanî hevrê ye di gel zehmet û nexweşîyên zehfî û ârîkarên Imam Mehdî (s) ji bona gehan û pêk ânîna hedef û ârmancên cihanî yên Imam (s) muşklat û zehmetîyan pê canê xwedikirin, lêbelê ji ber ixilas û xwe jkênandinê evî kar û ‘emelê xwe kêm hesab dikin,
Imam ‘Elî (s) kerem dikê: Ew kûmekin ku ji ber sebr û xwe ragirî ya di rêka Xuda da, mineta xwe nakin û ji ber vê yêkê ku canê xwe teqdîmê Hezretê heq dikin jxwe razî nabin û ewê mezin hesab nakin,
6- Hevgirtin Û Hev Dilî
Imam ‘Elî (s) derheq hevdilî û itthada yaranên Imam Mehdî (s) da wiha dibêjê: Ew yîk diln û di gel hev rêk ketî ne,
ev yêkdilî ya he ji ber wêye ku xwe xazî û vîyanên şexsî di wanda nîne, ew pê bawerîyek durist li bin yêk âlayê da û ji bona yêk hedefê qîyam dikin û eva he bi xwe yêk ji sebebên serketina waye li ser benda muqabilî wan,
7- Zuhd
Imam ‘Elî (s) di wesfê yaranên Mehdî (s) da gotîye: Ew bey’etê ji yaranên xwe digrê ku zêr û zîvekî xezine nekin û ne danên ser hev û her wiha jî genim uce,
Ewa hedefên bilind hene û ji bona âramancên mezin rabîne û negerek madîyatên dinyayî ewa ji hedef û ârmanca wan bidê paş, vê gorekê ewên pê dîtina xemil û berqa dinyayê çavê wan şaqz dibê û dilê wan dilerzê di nav heval û eûgirên Mehdî da cîyek ji wan ra tinehin,
ev qasê derbaz bûyî behsek bu derheq hinek xususîyet û taybetî yên heval û eûgirên Imam Mehdî (s) ji ber van xusûsîyet û taybetî yan, di riwayeta da bi mezinahî û qedir û qîmet ji wan hatîyeaxitin û rêberên me’sûm besn û medhê wan dane,
Pêxemberê ekrem (s.a) di wesfê wan da kerem kirîye: Ew baştirîn û bijartî tirînê ummeta minin.
Dı axiftinekîda jî Imam ‘Elî (s) kerem kirîye: fbabî û amî min ‘de qlîle asmaem fî alarz mcewle, yanê dê û babê min gohrî wê koma kêma ku di ‘erdêda nehatine nas kirin,
elbet heval û eûgirên Imam Mehdî (s) gorekî qabilîyet û lîyaqeta xwe di rutbên muxtelif da ne, di riwayeta da hatîye ku ewî xêncî ji 313 nefer ewgirên taybet ku kadirê eslî yê qîyamê ne, leşkerek dheـ hezar neferî jî heye û xêncî wê muminên dî jî wê ârîkarî ya wî bikin,
D- Hazirî Ya Giştî
her dem tarîxa Imamên pak (s) nîşan daye ku xelkê hazirî ya lazim ji bona istifade kirina ji hazir bûna Imama tinebîye, ewa di zemanên cûr bi cûr da ji feyz û bereketa hazirî ya me’sûm qedir zanî nekirîye û qasê lazim jî behre negirtîye, Xudayê mute’al axirîn huccetê heq xef kir da ku dema hazirî ya giştî ji bûna qebûl kirina wî çêbu wê ew derkevê û her kesî ji serkanîya me’arfên ilahî têr âv bikê,
vê gurekê hebûna hazirîyê ji şertên pir muhimme ji bûna derketina muslihê we’da hatina wî hatî dayînê, çiko pê hazirî yê ye ku hereket û bizava wî ya âvaker wê bighê desthat û netîceyek metlûb,
d Qur’ana pîrozda derheq kûmekî ji benî israiîl ku ji ber zulm û sitema hakimê zalim; calût di tengavî yê da bîn ji Pêxemberê zemanê xwe xwestin ku ji wan ra fermanderekî bibijêrê da ku li bin emrê wî da di gel calût şer bikin:
gelo te nedît kûmek ji benî israiîl piştî mûsa, ku gotin Pêxemberê xwe: Pêşkêşekî ji mera bşîne da em di rêka Xuda da şer bikîn, (ewî Pêxemberrî) got: Belkî eger fermana şer ji hewera bê, hûn di rêka Xudê da şer nekin, gotin: çewa mumkine ku em di rêka Xudê da şer nekîn halhale em ji welatê xwe û ji bal ewladên xwe hatine deranîn, lêbelê dema fermana şer ji wan ra hat, xêncî kêmekî ji wan pişt dan, û Xuda ji zalima âgahe,
xwestina fermande ji bûna şer, âwayek yê hazirîyê di wan da nîşan dida, egerç zehf ji wan di rêkê da sistî kirin û kêmek tinê heta âxirîkê man,
vêca nixwe karê zahir bûnê hingê ye ku hemî di kwîratîya canê xwe da ‘edaleta kumelayetî û êmnahî ya exlaqî û rewanî û pêşketina me’newî bixazin; dema xelk ji bê ‘edaletî û teb’îzê bwesthên û bibînin ku bi eşkere heqê ze’îfa bi rêka Xudan qudretave ji nav diçê û imkanên madî di çhingê kûmek dîyarkirî da ye û di wextekî da ku hinek muhtacê nanê şeva xwe ne, hinek dî qesra âva dikin û di civat û meclsên xwe da mesrefên ‘ecêb dikin, di wextek wiha da têhnîşka ‘edalet xazî yê digihê axirîn dereca xwe,
zemanê ku fesa da exlaqê di şiklên muxtelif da bi rewac bikevê û mirov ji bûna kirina karên neexlaqî pîşî yê ji hev bstînin û zêdetirê ji wê jî vêca bi kar û ‘emelê xwe yê kirêt û pîs fexra xwebikin û ân wereng ji iusûlê ilahî û insanî dûr bibin ku hinek karên xlafê i‘ffet û pakdawî yê şiklê qanûnê bidinê û hevgirtina binemalkî sist bikin û zarûkên bê mezin û bê Xudan birêjin nav komelê, hingê şewqa ji zahir bûna rehberekî ra ku hukmeta wî wê emnîyet û selametî ya exlaqî û rewanî hedîye bikê ji beşerîyetê ra pir û zehf bibê, û hingê ku xelk hemî lezzetên madî tecribebikin lêbelê ji jîyana xwe razî nebin û li pey cihanekî bin ku me’newîyet têda hebê, hingê wê ji vê çendêra têhn bibin,
elbet eşkereye ku şewqa dîtina Imam hingê wê bighê axirîn dereca xwe ku beşer pê tecribe kirina dewlet û sîstmên muxtelifên beşerî bighê vê heqîqetê ku rêka necat û xilasî ya ‘alemê ji fesad û xirabî yê û piroje û bernama ku jîyanek pak û temîz ji mirov ra hedîyebikê tinê qanûnên ilahî ne vêca hema brastî bi temamê karîna xwe bixebtê ku zemînên zahir bûna wî çêkê û gîr û girfta û man’an ji ser rêkê rakê, hingê yeku wê berfirehey ji wî ra çêbê,
Pêxember (s.a) di wesfê âxir zeman û dewrana pêşîya hatina Hezretê Mehdî da kerem kirîye: (wê zemanek bighê) ku mirovê mumin çi cihê penahekî peyda nakê ku ji ber zulm û xirabî yê hana xwe ji wê ra bibê vêca (di wî wextî da) wê Xudayê ‘ezîz û celîl zelamekî ji binemala min rakê,
‘Elamet Û Nîşanên Rabûnê
qîyam û şûrişa Imam Mehdî (s) hinek nîşan hene, nas kirina va nîşana eserên muhim hene, çiko her yêk ji va nîşana mizgînî derê berfirehey ya Mehdî yê âlê muhemmede (s.a) , qewmîna her yêk ji va nîşana hêvîdarî yê di dilê wakesa da çêdikê ewên hêvîya Imam Mehdî û her wiha sebebê bîr ânînê ne ji bona ji rê deran da ku ji pîsatî û xirabî yê ve bin û her wiha hazirîyek baştir û zehftir çêdikê ji bona munteziran, ev jî heyeku âgahî ya ji qewmînên hêj bên dikarê ârîkarîya me bikê ji bûna rubrû bûna baştir di gel wan, di gel vê hemî yê, ev nîşan kêşekên başn ji bona nas kirina mudide’î yên direwînên mehdewîyetê, vê gorekê eger kesek de’wa mehdewîyetê kir lêbelê qîyama wî ne hevrê bî di gel va nîşan û ‘elametan, bi rihetî mirov dikarê bi derew kirina wî bihesihê,
Di riwayetan da nîşanên zehfî ji zuhûra Hezretê Mehdî ra hatine gotin ku hinek ji wan qewmînên tebî’î û ‘adî ne û hinek jî xeyrê ‘adî ne, emê ji nav van nîşanan ewil behsa ewa bikîn ku di serkanî yên mu’teber û di riwayetên zehftir da behs jê hatîye kirin û li âxirîkêda hinek ‘elamet û nîşanên dî jî emê bi kurtî jê baxivîn,
Imam Sadiq (s) di riwayetekî da kerem kirîye: (qîyama) qaim (s) pênc nîşan hene: Xurûca sufyanî, derketina yemanî, dhingê âsimanî, kujrana nefsa zekîye û Xesfa beydaiê,
niha di gel berçav girtina vê riwayetî emê nîşanên pîncane yên hatîn gotin ku di riwayetên dî dajî jê hatîye axiftin beyan bikîn, her çend ku hemî çiq û belgên wê ji mera ne me’lûme,
A- Xurûca Sufyanî
Xurûca (derketina) sufyanî ji wa nîşana ye ku riwayetên zehfî behs jê kirine, sufyanî keseke ji nesla ebusufyan ku zemanek kurt pêşîya zuhûrêda ji ‘erdê şamê radibê, ew cinayetkareke ku ji qetl û kuştina qe çi tirs û paşvedan nîne û wê di gel dujminên xwe bi âwayek fecî’ reftar bikê,
Imam Sadiq derheq wî da gotîye: Eger tu sufyanî bibînî hingê te pîstirîn mirov dîtî ye,
despêka rabîna wî meha recebêye, piştî girtina şamê û dûr û berê wê wê hêjşê bibê ser ‘Iraqê û li wê derê wê kuştinek berfireh bikê, gorekî gotina hinek riwayetan ji derketin heta bi kujrana wî pazdheـ mheـ pêve diçê,
B- Xesfa Beyda’
Xesf bi m’ena çûn xarê ye û “beyda” ‘erdeke di navbeyna mekeh û medînayê da, mexsed ji Xesfa beydaiê eve ku sufyanî wê leşkerekî ji bona berberekanî ya di gel Imam Mehdî (s) bêxê rê bu âlîyê mekehê, dema leşkerê wî bighê menteqa beyda’ bi şiklhek mu’cizî wê di ‘erdê da biçê xarê,
Imam Baqir (s) vê derheqê da kerem kirîye: Xeber digihê leşkerê sufyanî ku Mehdî (s) bu âlîyê mekehê ketîye rê, ew leşkerekî pey têxê lêbelê ewî peyda nakê. Vêca dema leşkerê sufyanî digihê beyda yê gazîkerek ji ‘esmana gazî dikê: Ey ‘erdê beydayê, ewa ji nav bibe, vêca ew ‘erd ewî leşkerî di xwe da dibê xarê.
C- Rabûna Yemanî
Rabîna serdarekî ji ‘erdê yemenê nîşanek dîtire ku kêmekî pêşîya zuhûrê da diqewmê, ew ku kesek salih û mumine li dijî xirabî û xwehrî ya da radibê û bi hemî hêz û qûeta xwe li beraberê nebaşî û xirabî ya da dikevê şer, elbet çiq û berg û hûr hûrê bizava wî ji mera ne kifşe û ronahî nîne,
Imam Baqir (s) vê derheqê da kerem kirîye: , , di nav âlaya da ku pêşîya qîyama Imam Mehdî (s) da bilind dibin âlayek rê rastker tir ji âlaya yemanî tinehin, ew âla hidayete çiko bi âlîyê xweyê hewe Imam Mehdî ve de’wet dikê,
D- Dengê Asmanî
nîşanek dîtir ku pêşîya zûeûrê da diqewmê dhingê seyheya ‘esmanî ye ev dhingê ‘esmanî ku gorekî gotina hinek riwayeta dhingê cbraiîle (s) di meha remezanê da tê seh kirin û çiko qîyama muslihê mezin şûrişek cihanî ye û hemî kes hêvîya wê ne, yêk ji rêkên âgae kirina xelkê cihanî jvê qewmînê ev dhingê âsimanî ye.
Imam Baqir (s) kerem kirîye: qîyama qaim (s) pêk nayê ne heta gazîkerek ji ‘esmana gazî bikê ku ehlê şerq û xerbê ewê gohlê bibin,
Ev dhingê he çewa ku sebebê keyfxweş kirina muminaye hişyar kirineke ji bona xirabkaran da ku ji kiryarên xwe yên pîs vebin û bikevin di nav zincîra hevalên muslihê cihanî da.
derheqê naverûka evî dhingê ‘esmanî da gelek riwayet hene , yêk ji wan ev riwayete ku ji Imam Sadiq (s) hatîye neql kirin: gazîkerek ji ‘esmana bi navê qaim (s) û bi navê babê wî gazî dikê,
E- Kuştina Nefsa Zekîyye
nefsa zekîyye bi m’ena kesekî ye ku gihabê kemalê û ân kesek pak û bê gunehe ku qetl ne kirîye, û mexsed ji kuştina nefsa zekîyye jî eve ku kêmekî pêşîya qîyama Imam Mehdî da (s) kesek bi nav û hêjayî û bê guneh, wê bidestê muxalfên Hezretê Mehdî (s) bê kuştin, gorekî gotina hinek riwayeta zemanê evê qewmînê 15 şrva pêşîya qîyama Imam Mehdî da ye (s) Imam Sadiq (s) vê derheqê da kerem kirîye: navbra qîyama qaimê âlê muhemmed (s.a) û kujrana nefsa zekîyye 15 şeve,
gelek nîşanên dî jî di riwayeta da behs jê hatîye kirin ku hinek ji wan evin: Derketina deccal (kesek hîlebaz û pîs ku wê gelek mirova bixeltênê) roj girtin û heyv girtin, di meha mubareka remezanê da, eşkere bûna fitna û rabîna zelamekî ji xurasanê.
Cîyê gotinê ye ku beyan û lêkolîna derheq va nîşana di kitêbên dirêj da hatine.