Piştî Ku ‘Ewrên Reş Û Tarî Biçin Alî Û Roja Ronahî Derkevê Û Çavên Munteziran Ronahî Bikê
belê piştî berberekanîyek berfireh di gel fesad û xirabî yê dûr digihê hakimîyeta ‘edaletê û ‘edalet wê li ser kursî yê hukmetê rûnihê da ku hemî kesî û hemî tiştî di cî yê wê da deynê û heqê hertiştî li ser esasê heq û ‘edaletê bidê welhasil wê xelkê cihanê hukmetekî bibînin ku seraser heq û ‘edalete, û kêmtirîn zulm û sitem li kesî nayêkirin hukmetek ku mezherê sifatê cemalê Xudayê ‘alemê ye û di nav wê da mirov digihê hemî xwest û ârmancîyê xwe yên hatîn ji bîr kirin,
Emê Di Vê Vebirê Da Li Ser Çar Mesela Baxivîn
1 - Hedefên hukmeta cihanî ya Hezretê Mehdî (s).
2 - Bername û pirujên hukmeta Imam Mehdî (s) di karên muxtelif da.
3 - Desthatên hukmeta ilahî ya berfirehkerê ‘edaletê.
4 - Taybetî yên hukmetê.
hedefên hukmetê
çiko hedefa xilqeta vê ‘alema mezin kemal û nêzîkî ya pitira insane bu serkanî ya kemalata, yanî nêzîk bûne bal heq te’ala ve û ji bûna gihana evê hedefa mezin gereke wesail û âlet hebin.
Hukmeta cihanî ya Imamê zeman (s) li pey wê çendê ye ku wesîlên nêzîk bûna bal Xudêve berdest bikê û mani’an ji ser vê rêkê rakê.
Elbet mirov ji du qismê can û cism pêk hatîye û ihtîyacîyê wî jî li ser du qismên maddî û me’newî tên teqsîm kirin. Vê gurekê lazime ji bona gihana kemalê, ji herdu âlîya ve bizav û hereket bi hesab û kitab pêk bê û ‘edalet jî ku destvehatê hukmeta ilahî ye selametî û pêş êxistina insan di rêka maddî û me’newî da pêve tê. Vê gorekê hedefên hukmeta Imamê dazdê di du mihweran da jê tê axiftin, yanî ruşda me’newî û icra kirna ‘edaletê û berfireh kirina wê.
Ruşda Me’newî
Ji bûna wê çendê ku em bi qîmetê va hedefên bilindîn jûrê bihesin lazime ku bi kurtî em berê xwe bidin jîyana beşer di dirêjahî ya hakimîyeta taxûta da,
Insanê dûrketî ji hakimîyeta huccetê ilahî di dirêjîya jîyana xwe da çiqa biha daye me’newîyetê? gelo ma ne eve ku beşerê rê wunda kirî illeh di rêka paşketina me’newîyetê da gava xwe âvêtîye û di gel pey ketina vîyanên nefsanî û weswesên şeytanî yêk û yêk spehîtahî û başî yên xwe ji bîr kirine û bi destê xwe, ew di gûristana şehweta da defn kirine ?! Pakî û i‘ffetê , sedaqet û duristkarî yê , te‘avun û ârîkarî yê , lê bûrîn û fedakarî yê , ihsan û qenckarî yê cihê xwe guherandî ye pê hewayê nefsê û peyketina şehwetê , derew û hîlebazî yê , xwe xazî û xwe ser êxistinê , xîyanet û cinayet û zêde xazî yê , û di yêk kelîmê da me’newîyet di jîyana beşer da nefesên xwe yên âxir dikşênê û di gelek cîya da û ji bona gelek kesan eserek ji wê ne maye!
Hukmeta axirîn zexîra ilahî di semta saxvekirna evê pişkê ji jîyana mirov da hereket dikê û ji bûna dana rih û can bu vê bedena mirî xebatê dikê ! heta ku tama şîrîna jîyana heqîqî bidê evê isanê ku secdegeha melaiîketa ye û bênê bîra hemîyan ku ji ewilve qirar hatbî dayîn ku gereke ewa di jîyanek wiha da bibran serî û nefes bikişandan û bêhna xweşa başîyan bida ber bêhna wan,
îya ayha alzîn aminwa astcîbwa lle û llrsul aza di’akm lma yhyîkm, , – ey koma bawerdaran, dema Xudê û Pêxember hewe gazî dikin bal wêve ewa hewe sax dikê , cewaba wan bidin û gotina wan qebûl bikin,
vê gorekê heyata me’newî ku cida kerê benî âdeme ji heywanan, pişka mezin tir û eslî yê wucûda mirove, çiko mirov pê behremendî ya ji vê pişkê ye ku jê ra tê gotin «mirov» û ev jîyane ku ewî dgeynê Xudayê jîyander û ewî dgeynê merteba qurba ilahî,
li ser vî esasî di zemanê hakimîyeta welî yê Xudê da, ev qism ji wucûda mirov ser heve tê û bihaderên insan ji hemî âlîyave lxwe zêde dikin û ter û taze dibin, sefa û semîmîyet wefadarî û fedakarî û rastî û duristî û tiştên jê ra tê gotin baş, li hemî cey bilav dibin, elbet gihana evê hedefa mezin û nuqta ronahî ihtîyac heye bi piroje û bernameyek ewêr û deqîq ku di pişkîn hêj bên da emê jê baxivîn ,
Berfireh Kirina ‘Edaletê
mezintirîn brêna cami’a beşerî di dirêjîya tarêx û zemanên bûryî da ew zulm û sitem bûye ku di nav kumela insanî da hebû ye, beşer her û her ji gihana heq huqûqê xwe di meydanên muxtelif da mehrûm maye û qet mewaeb û ni’metên maddî û me’newî bi şiklek ‘adilane di nav mirova da ne hatine pişk kirin, illeh di kêleka zkên tejî xarin da kûmek brsî (brçê) mane û her û her di nêzîkî ya qesrên bilind da û xanîyên çend hezar mtirî da hinek li tenşta cadida û li ser kevrên li kêleka rê da razane, qudretên zêr û zûrê xelkê ze’êf û bêçare bindest kirine û njada spî qamçî li ser serê njada reş – bi curm û sûça reş bûnê - he jandî ye, welhasil illeh li hemî cey heqê ze’êf û bêçaran hatîye bin pê kirin ji bûna hewayê nefsê û xwest û vîyanên zûr daran û illeh mirov di ârzuya peyda kirin û gehana ‘edalet û musawatê da bûye û berhêvî bû ye ku kulêlka ‘edaletê bşkvê ,
xilaseka evê berhêvî bûn û intizarê , dewrana xweşa hukmeta Imam Mehdî ye (s) ew bi navê mezin tirîn rehberê ‘adil û pêşkarê Xudan ‘edalet li pey icra kirina ‘edaletê ye di nav hemî ‘alemê da û derheq hemî âlîyên jîyanê da, ev heqêqeta şîrîn di gelek riwayeta da mizgînî ya wê hatîye dayîn,
Imam huseyn (s) kerem kirîye: Eger ji dinyayê ji roje kî pêve ne mabê, wê Xudê ewê rojê dirêj bikê heta ku zelamek ji ewladîn min rabê û ‘erdê tejî ‘edalet bikê piştî ku tejî zulm û sitem bûyî , min ev bi vî âwayî ji Pêxember (s.a) seh kirîye,
me bi dehan riwayetên dî hene ku ji ‘edaleta cihanî û bin brîya zulm û sitemê li ber sîbera hukmeta Imam Mehdî (s) daxivn, xweşe ku em vê jî bizanin ku ‘edalet ji ronahî tirîn taybetî yên Imam Mehdî ye (s), heta ku di hinek di’aya da ev leqeb ji wî ra hatîye dayîn:
allem û sl ‘lî ulî amirk alqaim alm’mil û al’dil almintzr – ey Xuda, selewata bide ser welî yê emrê xwe, ewê berhêvî ji qîyama wî heyî û ew ‘edaletê ku hemî hêvîya wê,
belê , ‘edalet li serlewha şûrişa wî da ye, çiko ‘edalet zemîne çêkerê jîyana heqîqî ye di hemî âlîyên jîyana ferdî û ictima’î da û ‘erd û ehlê wê bêy ‘edalet mirî yên bê rih û canin ku sax tên hesabê ,
Imam kazm (s) di tefsîra ayeta : « a’lmwa an alle yhyî alarz b’d mutha» kerem kirîye: Mexsed ne eve ku ‘erdê pê baranê sax dikê , belkî Xudê wê hinek zelama rakê ku wê ‘edaletê sax bikin, vêca ji ber can girtina ‘edaletê (d nav komelê da) ‘erd sax dibê , ,
u te’bîra «sax bûna ‘erdê » işare ye bal ‘edaleta mehdewî ve ku ‘edaleteke berfireh û hemî cey li ber xwe digrê, ne ‘edaleteke ku hinek ciha tinê li ber xwe bigirê û ji hinek kesa re bê ,